Gerestêrka me ne ya firotanê ye
Ji bo xelaskirina îro û pêşerojê
Li dijî guherîna îqlimê werin têkoşînê!
Sala 2009’an di têkoşîna li dijî guherîna avhewayê ( îqlim) de dê wekî dîroka herî girîng bê bibîranîn. Êdî gotina, defa hewarê lê dikeve, têrê nake. Êdî em her roj her saniye bi xetereyê re dijîn, tevahiya gerestêrkê bi karesatê re rû bi rû ye.
An em ê guherîna avhewayê rawestînin an jî ev jiyana ku em dizanin dê bi dawî bibe. Bi tenê ne ji bo mirovahiyê, her wiha dê hemû çawaniya jiyana giyaneweran biguhere û dê koka candaran biqele.
Şewba nexweşînên nû, ne pirsgirêka pêşerojê lê belê pirsgiraka îroyîn e.
Golên ku ziwa dibin, daketina birhên binê çeman ne pirsgirêka pêşerojê, lê belê pirsgirêka îroyîn e.
Bager dê di pêşerojê de nebin, îro hene.
Lehî, bahoz ne pirsgirêka sibê ne.
Ziwahî ne gefek e ku di rojeke pêşerojê de li benda me ye. Metirsiya îro ye.
Zanyar û aktîvîstên ku ji bo sekinandina guherîna îqlimê têdikoşin, nîqaş dikin ku bê ka “xeta xetereyê” derbas bûye yan na. Gelo em ji xeta rêya jêveneger derbas bûne yan na?
Lewma wextê me nemaye.
Ji ber vê yekêKomcivîna Avhewayê ya ku îsal di meha berfanbarê de dê li Kopenhagê çêbibe gelekî girîng e.
Divê em rê li ber guherîna avhewayê bigirin .
Divê em jiyanê biparêzin.
Kesên ku dê 12’ê berfanbarê de werin Kopenhagê û bi biryarên ji bo çend dolaran, ji bo qezenca şîrketan, ji bo hilberîna kapîtalîzmê û ji nû ve hilberîna wê, ji bo berdewamiya polîtîkayên bikaranîna sotemeniyên fosîlî xizaniya global kûrtir bikin, bi ser de jî bixwazin xizanan carekê jî li pêşberî encamên guherîna avhewayê bêçare û ji mirinê re rû bi rû bihêlin. Em ê jî dengê xwe yê ji hemû bajarên cîhanê bi van gotinan bersivê bidin wan:
“Ne komir, ne neft, ne nukleer/Roj, ba, têrî me dikin.”
“Gerestêrka me ne ya firotanê ye.”
“Ne qezenc, jiyan”
“Sotemeniya fosîl bi kar neyînin, îfraza karbonê herî kêm %80’yî daxin, 350 ppm’ê qebûl bikin.”
“Em ne peymanake bazirganî ya navneteweyî ya nû, yeke adîl, bi berpirsî û pabendî û yeke xwedî bergirî ku îfraza gazê bi awayekî teqez kêm dike, em peymaneke ku ne qezencê lê belê jiyanê diparêze dixwazin.”
Em ê bangî rayedarên hikumetê yên ku dê herin Kopenhagê bikin:
“Hema dev ji çêkirina santralên nû yên termîk ên bikomir berdin.”
“Berê xwe bidin çavkaniyên enerjiyê yên tên nûkirin, berê xwe bidin berdariya enerjiyê û tasarûfa enerjiyê.”
“Zagonên pêwîst zû derxin, pereyan ji bo girtina tedbîrê ji bo gelemperî xerc bikin.”
Sala 2009’an gelo dê gerestêrk, bindestî , xizan, îro û pêşeroj qezenc bike, yan na dê bibe sala ku dê diyar bike ku em ê bibin lêqewimiyên rûxaneke topyekûn a ji bo berjewendiyên şîrketan.
Koma Çalakiyên Kûrewî, her kesî vedixwîne têkoşîna li dijî guherîna îqlimî, vedixwîne têkoşîneke xurtir.
- Kategori: Etkinlikler
“Gerestêrka me ne ya firotanê ye.”
11
Ara
2009